gułî werîw

bo ḧesen tofîq
Li pirtûka:
Agir û Jîle
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 2 Xulek  892 Dîtin
hawřêm ḧesen...
şêwey cwanit, hîwa û taset
singî germî piř henaset
çawî geşî estêreyît
řûy řûnakî řeng «pemeyît»
tałî qijî meylew zerdit
zerdexeney řûy bêgerdit
bejnî řêk û êskî sûkit
nexşî wird, demî biçûkit
«her zû le dirextî jyan»
«werîn bo naw qułpî giryan»
xendet wirşey parçey ałtûn
’umirit wekû mel têpeř bûn
ewyan lenaw xaka řoçû
emyan be jîna têpeř bû
***
biram emewê honrawe
binûsim bot bem xwênawe: _
be xwênawî dił, xwênî çaw
xwênî singî bira kujraw
be xwênî hawřêyekî şeng
ke bû be nîşaney tifeng
be xwênî exter û bekir
binûsim şî’rî wek agir
bełam kaẍezekem sûta
çunke dił giřî têberda
boye herçend ekem şî’irim
natwanim cemserî bigirim
hawřêm be germî û tamî nan
ke birsî eka perêşan
em birîne piř le swêye
hî em diłem ke twê twêye
«nabê»!! hergîz nabê sařêj
ta nebînim mergî xwênřêj
toş be swêy ew birînewe
be diłêkî ẍemgînewe
cêt hêştîn aware û nakam
netdî kurd biga be meram
lem xakî kurdistaneda
lem şwêne firawaneda!!
em şwêne hemîşe siruşt
xwêne arayştî begişt
řêgeyan nedayt legełman
bijît legeł bize û giryan
deryan kirdî bo şwênî dûr
cêt hêşt nîştimanêkî sûr
mirdî dûr le wiłatî xot
boye «zor» bekuł egrîm bot
ba legeł hewrekey behar
bigrîn bo koç, koçî nazdar
ax tasey xoş, awatî dił
hełwerîne naw cergî gił
çawî wek «çawey» piř cwanî
ke piřî bû le penhanî
dił ke nextêk bû deryay jîn
keylî «hîway» xoş û şîrîn
çûne jêr xak ebin be xoł
şemał gerdyan eba bo xoł
hawřêm ḧesen
nehatîtewe ta hewał
bênîtewe bo dost hevał
hewał: «hî hawřêkanî min»
ke aware û derbederin..,
nemdîtewe ta laşeket
hatewe le xakî ẍurbet
ey cwanemerg hawřêm ḧesen
mirdî ẍemgîn dû le weten
ey mîwanî tazey seywan
ey řîze kêl ey erxewan
çon bitwanim be «dił» biłêm
be şemał û be «guł» biłêm!
«koçî kird hergîzawhergîz»
naybînînewe řûy «azîz»