kiçkey bertîle
nezanî û hejarî
Li pirtûka:
Agir û Jîle
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
2 Xulek
1042 Dîtin
le sałî 1947 da ke taze pêm enaye baxî gencêtîyewe çûm bo «nawnûsîn» (aḧsa’ alinfus) we le dêyek le dêkanî kurdistan em řûdawem dî... we be deskarîyekî kemewe le sałî 1957 da kirdim bem honraweye:
laman daye dêyek biçûk
baxî řazawe wekû bûk
małî aẍa be geç sipî
dawênî gułî pemeyî
bonî xoş, awaze û beste
kam deng bizwênerî heste
eyanda le perdey diłim
zor xoş bû bestey «ay gułim»
le řêgey kanîy kełek berd
kîjî řûmet gułî bêgerd
ehate lence wird bo mał
sing eyleranewe desmał
legeł lerînewey leşa
hełhênanî çawî geşa
pepûley xoşewîstîy gyan
efřîn bo şînayîy asman
çûme zincêk tarîk û teng
danîştim melûl û bêdeng
diłteng bûm bo komełê gyan
ke beşyan xefete, giryan
pîrêjnêk hat gałok xwar
bejnî wekû koteredar
nwařîye řûm binmîçî řeş
dwa tîşkî zerdî xorî geş
witî û demî piř pêkenîn
ey şaristanîy řû şîrîn
ne parem heye ne małat
be toy lawî bikem xełat
ger nawman binûsî yekser
etnême serçaw, tepłî ser
ełên hawwiłat jimardin
eken bo şekir beşkirdin
tû bî lawît ey kuřî cwan
tû bî diłî piř le wicdan
bêberîman meken bira
çaweřêyn bo şikir bo ça
ledway tawêk esrîn řiştin
ax hełkêşanî diłî min
hatin be řîz şeş kiçî şeng
nîgaryan wird û řengawřeng
memkî jêr kirasî diřaw
le şerma elerzî betaw
şîtałî cil wek hewrî zil
tya der’ekewt lařanî şil
pîrêjin nwařîye kiçan
witî ey kuř, ey hêzî gyan
hełgire bertîl şoxî dê
lemane kamyanit ewê
***
ke cêm hêşt awayîy ẍemgîn
gwêm lê bû dengêkî şîrîn
be giryanewe wek sawa
ełê «ey şoxeswar» tuxwa
bertîlîş nebim her bimbe
lem jyane řizgarim ke
çîlke çinînewe û bijar
nanî gał û zebrî zordar
cwanîy řûm, bejin, qijî xaw
ekujin ba bêm ey kuřî law
ewsam êstem bwaye beřast
ew kiçe neşmîlem exwast