korpeley kurdistan

beboney řojî dayk û minałe, le ser zimanî dayk witrawe
Li pirtûka:
Agir û Jîle
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  582 Dîtin
ey kiçe neşmîlanekem
korpele xincîlanekem
firmêskim kird be milwanket
peřey diłîşim be lanket
le tîşkî giznigî zêřîn
bom kirdî egrîcey çîn çîn
le peřey gułałey nask
gonam bo kirdî û tiketik
şewnimî demim pya řijan
ey korpeley nazdar û cwan
toş ke gewre bûy, bûy be jin
bibe be şanazî bo min
eger bo kurd û nîştiman
to hewł bideyt bê wiçan
eger wekû momî kafûr
ey cwankîley gerdin bilûr
bitwêtewe bo gel, wiłat
bibî be agirî xebat
ewsake lêt ebim řazî
bo kurd ebî be şanazî
min daykî tom bełam gyane
em wiłatî kurdistane
toy perwerde kird be cwanî
toş sa bibe be qurbanî