hełbestî min

Li pirtûka:
Agir û Jîle
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 2 Xulek  598 Dîtin
hełbestêkim lê bizir bû
wekû biłêsey agir bû
hełbestêk şîrîn, germ, cwan
piř bê le coş, hîway jyan
awazey wekû xuřey aw
geş wek pirşingî xoretaw
řewantir le awî řûbar
sipî wekû befrî nizar
hełbestêk bê teř û nask
dûr bê le giryan û henisk
parawtir û ałtir le dem
lêy nenîştibê tozî xem
zor geřam bo em hełbeste
ke xoştirîn neẍmey heste
pepûley hełbest hełmijîn
fiřî bo zor cêgey şîrîn
çuwe ser xunçey demî sûr
naw qijî xaw, singî bilûr
naw şepolî goranîy xoş
tirpey řeşbełekî becoş
boy nedîmewe şî’rî geş
ne le řoja, ne şewî řeş
le demî ał herçîy mijî
hełbestêke řenge nejî
çûm bo lawî bo řeşbełek
bo ew dîwî suxmey xamek
bo naw areqêk etkî
le kułmî řûmet naskî
çûme naw dengî pêkenîn
geřam çolyan, asmanî şîn
pêwam kûçe û şeqamî şar
çûme naw xoştirîn telar
nemdozêwe ta awřî
dił fiřênî kut û piřî
nek şî’rêk sed şî’rî pêdam
beme geyştim be hîwam
ta gułî diłdarîy řastîm
gułî cwanî xoşewîstîm
negeşayewe şî’rekem
nehate ser lêwarî dem