des û pilî
cwanî... cwanî
        Li pirtûka:
            Agir û Jîle
        Berhema:
                Kameran Mukrî (1929-1986)
        
             1 Xulek
             1371 Dîtin
        
        
    lenaw kiçekana zorim dî
bejnî řêk, pêstî pemeyî
çawî geş û kemerî şil
wirşey singî cê dirzî cil
řûtîy serşan û ber gerdin
cwanîy pê û pil, kułmî goştin
bełam des û pencey wa cwan
nebuwe, nîye ey perî gyan
ełêy qełbezî zîwîne
ew desuple şîrîne
nînokekanit wek yaqût
bêxî diłim boyan bizût
ke dîman qełpezî zîndû
gilêney diłman ebłeq bû
min û gencekanî guzer
emanut hunere, huner
desî wa le des bikewê
dił takû mawe bisrewê