eger nazanî bîzane ke wa min şêt û şeydatim

eger nazanî bîzane
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 1 Xulek  442 Dîtin
eger nazanî bîzane ke wa min şêt û şeydatim
esîrî perçemî xaw û birot û bejin û bałatim
be new’êk ’aşiqî řûtim şew û řoj wam le byabana
le xane û lane bêzarim ’ewdałî xałî gonatim
eger baweř dekey gyane legeł hařût û mařûtNava taybeta
leser çahî zinexdanit ce şîdey zehrî zehraNava taybettim
be şem’î řûmetit qestem henasem şahîdî ’edłe
ke min meftûnî dûçaw nêrgisînî mestî şehlatim
le fincan û şerab û mey le saqî û bezim û řezmim çî!
le meyxaney meḧebetda ke wa min mestî sehbatim
diłim meşkêne diłzarim leber ew qapyet kewtûm
be ’ebdîşim qibûł nakey... segî êşkiçî dergatim
epirsî ger le eḧwałim, çe ḧałêkim heye bo to?
be ḧelqey zułfeket qestem wekû gîsuyî tatatim
heta mawim le dinyada wekû dêwane wêłî tom
ke to wek şem’î dewran û minîş perwane’asatim