egrîm bekuł be zarewe be cergî daẍdarewe
pênc xiştekî leser ẍezełêkî mamosta zêwer
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
2 Xulek
595 Dîtin
egrîm bekuł be zarewe, be cergî daẍdarewe
wek bulbulî berî beyan be baẍ û cwîbarewe
bo şewnimî gułî emel be lêw û kułmî yarewe
«tikanî abřiwî çemen be řuyî lalezarewe
şikanî nirxî nesteren be zułfî ḧişkibarewe»
ey sirwekey demî seḧer biłê be yar lepaş selam
ger biçme bezmî xusrewîş bo min nîye sud û meram
serxoşî çawekey ewm nek mestî bade û medam
«çime lemey, leney, le cam, eger belence bête lam
be řûyî abdarewe... be çawî piřxumarewe»
ba dambinên leser text le lalezarî îrema
saqî hemû ẍîlman û mor badeş lenaw camî cema
awatî to her baqîye le twêy derûn û sînema
«’ereq nîye le ’alema ke laberê le dił ẍema
cige le qetre ’areqê le řût ke dête xwarewe»
ta key le des gerdûnî dun her girye bê nisîbî min
řeḧmê bike be ḧałekem ey şoxî dił firîbî min
wa çaweřêye piř le ẍem diłey wêł û ẍerîbî min
«nîgarekey ḧebîbî min, ezîzekey tebîbî min
ba şeqberê řeqîbî min were besed wîqarewe»
nek her be tenya şûreyî be milkeçî û xecîlewe
xemîn be nîrgis û guł be mêxek û simêłewe
şewbo be bon û şewnimî lale be daxî diłyewe
«fîdayî xed û qedî to çemen be fewcî gułyewe
be bilbil û çiłyewe... be qumrîy û huzarewe....»
her tom bibê le ’alema îtir çîme le cah û feř
qurbanî yek tebesumit yaqut û ełmas û gewher
pênawî lar û lenceket jyan û mał û gyan û ser
«fîdayî zułfî ’enberit hemû wiłatî guł ’umer
be ’erd û berd û darewe be awî serçinarewe»
bo wesfî to ewend ełêm le ’alema ke nadrî
be ’îşwetir be ẍemzetir le ḧorî şox û şengitrî
legeł zêwerKes her çîm ke wit leweş gelê bałatrî
«emin gyanme enwerî finûnî şî’ir û şa’rî
eto geyante samrî be çawî siḧirkarewe»