werin yaran temaşa ken le ḧałim çen perêşane

firmêskêk
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 2 Xulek  764 Dîtin
werin yaran temaşa ken le ḧałim çen perêşane
le laye řoyînî yarim le laye şîn û giryane
çe xakê kem beser xoma ke řoy ew bêwefayem wa
be tenha mamewe bêkes be da’îm ḧałim efẍane
desa tedbîr û řahê ken lepaş yarim emin çîbkem
îtir ’eyşî hemû dinya lelay min qehir û hîcrane
çe şoxê bû çe řoḧê bû diłî sûtanim û řoyî
le qesrî serkeşî eflak xirawme çah û zîndane
tibîbî bêřeḧim kwanê çe řêyek kewte ber yarim
nîşanî min biden îşim wekû perwane sûtane
le şewqî řûmetî ałî ke diłmî kirde biryanî
leser em ḧałe şêwawem nîşarîşî dił û gyane
ewî satê leber demya ke řabirdû zelîln gişt
bełam hîç kes wekû min qet nebû wa xanewêrane
wesîyet bê eger mirdim bizanin min ke kujrawim
be dû lêwî wekû yaqût û zułfî çîn çînane
meken kifin û nedfinim ken le seḧrada fiřêm den ba
bibme xorakî teyr û tûr û şêr û hem piłingane
ewendem qehrî dinya xward nemawe taqet û sebirim
le qebrîşa cewabê bem xwa řeḧîm û řeḧmane
le eḧmedNasnava edebî hîç ẍełet megirin ḧeqqe herçî bika ḧeqqe
ewî derbareyî bikirê řeḧim hem lutif û îḧsane