nakirê bom şerḧî derdim bem ẍem û hîcranewe

Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 2 Xulek  451 Dîtin
nakirê bom şerḧî derdim bem ẍem û hîcranewe
bem diłî letlet kirawim her wekû biryanewe...
cergekey encin kirawim bem demî teyranewe
qelbekey xorakî masîm bem binî beḧranewe
çon giriftarim xudaye min be dest nałanewe
wa be ’eşq zincîr kirawim da’îma hawar ekem
hem giriftarim... çahî ḧesret efkar ekem
şeşderim lê bestirawe kullî anê zar ekem
řû le qapî ’erşî e’lam řêgeye pirsyar ekem
ḧałetim mecnûnîye bo dostekem leylanewe
her deme mirdin exwazim, her deme dad û eman
cêgey řuḧ sexte yařebî zeḧmete derçûnî can
întîḧarîş bo misulman dête dînî kafran
pêm bike be her new’ ey xway cem’î cîhan
wa xerîk mawim le deştî bêkesî dewranewe
nawî yar her çen ke dênim bexşişî tacim eka
beḧrî ḧesratim be carê cumbeş û cewlan eka
qetre firmêskim wekû lafawê xwên ceryan eka
nałekałim ḧewtumînî asmanan keşif eka
her wekû ye’qûbNava taybet le dûrî yusifNava taybety ken’anNava taybet ewe
pêt ełêm to baweř bike leylekem sîdqit bibê
ger paş sed sałî tir bê zeřeye řeḧimit bibê
namewê tacî şehnişa, her ewend lutifit bibê
dar’esa û keşkoł heł’egirim wa eto meylit bibê
ta xuda ḧeqim esênê wam be řûy byabanewe
wa leber qapît ke emirim awřêkim lê bide
pêkenînit ẍunçeyeke subḧe sadem pê bide
wa le derçûna ke řoḧim xwên meke maçê bide
em gunahî kuştinî min to le şanit la bide
bełkû zîndû bim le ḧałî qebzî řûḧ û canewe
çî biłêm nazanim îtir wa ke bext řîswam eka
saḧêbî daney gewher bûm wek teyr perwam eka
her be dił xoşî sibeynê tefir û biřwam eka
ta le nakawaw be carê girdî seywan bangim eka...
dew û teslîmî qyamet dête ber neydanewe
sed becêt hêştim bequrban min ẍułamît her dekem
xakî ber derganekey to qîbleme řûy tê dekem
ferze bo min řojî carê ke’beye û ḧecî dekem
ger xwa selbim bika min da’îma her wa dekem
eḧmedNasnava edebîm nûrî cemałit xistimye taristanewe