nazenîn ey newřesîde dulbera şeydayî tom

nazenîn
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 2 Xulek  449 Dîtin
nazenîn! ey newřesîde! dulbera! şeydayî tom
zerd û bê řeng û ze’îfî ew qed û sîmayî tom
çawî geş ebroyî řeş ew gerdinet çeşnî bilûr
quřbeser da’îm ’ewdałî xałekey laçawî tom
derbeder řîswa û perêşan bûme sergerdanî to
bê kifin, bê qebir û elḧed bê ecel nêjrawî tom
ey ’eceb şoxî çe şoxî lêw leser lêw la mebe
xwên serřêje labde lêm pêm mełê mînayî tom
to çe bakit bê ey ke da’îm řimî birjangit bibê
zułfî şeřanît ełê pêm to şiney xwênawî tom
bay şemał řuḧim fîdat bê řût bide ber řûmetî
bełkû řûm bê pêy biłêm min ’aşiq û şeydayî tom
bay şemał wek şahî merdan şerḧî yarim bo bike
takû emirim her ẍułamî sirwekey bênawî tom
cumle e’sab û demarim wa xerîke wişk ebê
bem perêşan ḧałewe kałe diř pênawî tom
ger qibûłim key be xadîm ’ebdî ber dergaketim
gerçî da’îm des be sîne û ta’etî fermanî tom
tal’î mecnûne eḧmedNasnava edebî dił wekû ateşkede
ey senem ey latNava taybet û ’uzatNava taybet min piristî nawî tom