mest bûm be neş’ey şîrîn xeyałê

şemał
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 2 Xulek  549 Dîtin
mest bûm be neş’ey şîrîn xeyałê
nagah day le řûm kizey şemałê
bełam şemał çî wek agir betîn
hênayewe swê zamanî dêrîn
witim: be şemał, şemałî azîz
cwanî behar û matemî payz
xo to fênkîy diłzamaranî
yeke hawřazî berî beyanî
êstake boç wa piř tînutawî?
wek kiłpey agir biř le haławî
witî: dwênê şew leber beyana
le wextî řazî qumrî û gułana
eşnamewe şêneyî û serbest
le şax û dax û cêgay berz û pest
řoyîm beser çen bax û gułzara
beser çen mîrg û çen mêrẍuzara
gahê gułanim egeşanewe
tawê çiłanim eleranewe
têpeřîm beser koşk û telara
beser hêlaney kipî diłdara
kakoł û perçem eşekanewe
mandûy řêbwarim eḧesanewe
beşneşin û sirwey espayî
guł û gyam xiste hełpeřkê û şayî
katê seyrim kird le binemałê
wa newcewanê gerdin piř xałê
sertapa řeşpoş be dengî nûsaw
wa bekuł egrî dił eka be aw
pirsîm ey cewan çîye em ḧałe
bem tenhayîye lem binemałe??
be yek henasey şeřare bizwên
be dû diłopî firmêsk wek xwên
serî hełbiřî û zor bekesayî
pirsî beřastite to min nanasî?
witî: wetenim bê piştîwanim
bê cigersoz û řołe û bawanim
wa bê naz kewtûm egrîm bo şadî
ta leber ekirêm bergî azadî
ewem dî şiney xom na belawe
şêwey ewm girt beser dinyawe