lêfeşře

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  624 Dîtin
le govarî hełałeda çap kirawe:
min û nînokim leşkirman girde
legeł kêçanman her dest û birde
hemû şew ta řoj parêzê dênin
dizî şimek nîn, dujminî xwênin
ta berî beyan şeř û hełłaye
her kêçe û bomin des be têłaye
şewane karî sed hezar nîye
ke řoj řûnak bû yekê dyar nîye
řoj, ta deryan kem te’mîn bê jînim
herçî degeřêm yekê nabînim!
lêfe şiřêkman heye pwawe
be ser adem û ḧewaş dadrawe
berî lokeye û piştî řîtałe
hênd kone,’asman pêy dełê xałe
carcar ke hestî sermayem dekird
be na’îlacî penam pê debird
memna mam lêfe ser begêçełe
leser ewdaye herçî gongełe
ew hemû kêçe lewî haławe
ew heraye ew binyatî nawe
tumez xerîke řîşem derênê
bo řeḧetî xoy min bifewtênê
hetaku beřoj be ḧukmî qanûn
bom meḧkûm nebin pakî win kirdûn
şew pêyan deka ew karesate
be řojîş cêgay îstîḧkamate
řojê dadenrê leser herzałê
xoy lê kirdûme keyxuday małê
zor ḧeq becanb beşerim û ’uzim
eger fiřêy dem bêgane û xizim
dełên naḧeqte, şerûr û cerdey
xuda çon derçim lew bigrewberdey!
min lêfeşřey xome deynasim
be şew birdûye xewu ḧewasim
be řoj netwanim fiřêy deme der
ey minî hejar kam xoł keme ser
bazîçey destî syaset minim
dostim dił bexem, şadin dujminim
ey şuray mîlel eger řast deken
lezułim û zorî bazxiwast deken
şer’î min degeł lêfeşiř biken
ew bisûtênin ba kêç qiř biken