lay layê

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  938 Dîtin
şî’rêke sałî 1944 le bokan nûsîwme, sałî 1945 le «ałekokNava taybet»da çapkirawe:
řołe řûnakîy gilêney çawim
bendî cerg û dił, hêzî henawim
řêḧaney bon xoş sûre gułekem
awpiřişkênî kułî diłekem
çołemey estom, řegî ḧeyatim
hengiwîn û qendim nuẍil û nebatim
xewî xêrit bê binwe direnge
ta kełebabî beyan bê denge
hey lay laye řołe lay laye
emşew bezeyît be minda naye
jîrbewe řołey jîr û cwanim
le daxî lank degrî, dezanim
dełêy bo ḧepsim, bo destebestem!
bew bend û ḧepse min ceste xestem!
le nêw kurd nebê desraze nîye
ew bend û qifił û qeřaze çîye!
kuřim min bîrim le to zyatre
destiřaze û lank bitbê çatre
hey lay laye řołe lay laye
gwêgre pêt biłêm le ber çî waye
řaste to newey şêrî jyanî
netewey pakî gelî kurdanî
bełam çunke kurd emřo bê kese
beşyan le dinya kot û meḧbese
boye detpêçim taxûy pê bigrî
nek tamin mawim le benda bimrî
bo çareřeşît nemawe tînim
her pêm xoş nîye mergit bibînim
hey lay laye řołe lay laye
hezar têbînî dwařojim laye
bot bext dekem ’umrî dirêjim
sed tał û swêrît leser deçêjim
nemamî bałat befirmêskî çaw
şew û nîweşew lêy denêm şewaw
sed çak û pîrit bo dexulêmewe
lebin sêberit biḧesêmewe
her řesîde bûy netewê załim
detbiřê û bezey naye be ḧałim
hey lay laye řołe lay laye
dek xakim beser, řencim bebaye
peşêw pêt xoşe yexsîr nemênî?
serbestît pê biłêm bikewye şwênî?
qełem dest deye, bibe mektebî
wext û bê wext le xwêndin nebî
ewkatey legeł kakit dûbedû
biken hawarî heqî le desçû
des dene des yek be řa û betegbîr
yektan be qełem, yeku be şimşîr
hey lay laye řołe lay laye
şîrîş cewherî leqełemřaye
yek name řeş ka be dad û hawar
yek zewî sûrka le xwênî bedkar
yek le quřnîşê biřwa bo tika
yekê quř beser dujmin da bika
ew peleqajey êsta lekin min
dekey bend ladey ledest û gerdin
ew teqelayet bo dwařoj başe
cûçk hewłê de, bê řuḧme waşe
hey lay laye řołe lay laye
des le des, tewfîq lekin xudaye
řołe nîştiman çawî le řête
daykiman hewyay dwařojî pête
boye hendamit wek mînay bêgerd
xawên řadegirim besed řenc û derd
çakem deyewe, bo weten wek kuř
toş bîgewzênî le naw xwên û xuř
pêt biłêm řołe ser sûdî çîye!
bo berde bazî řêy azadîye
hey lay laye řołe lay laye
nîştiman bo to destew du’aye
řołe namûst wek xizmekanit
nefroşî be pûł destim damanit
şeref gewhere qîmetî naye
dewît řûřeşî hertik dinyaye
ewkese pyawe bo xak û awî
řoḧ danê û beçak bimênê nawî
netbîstiwe watey zanay serzemîn:
merdane mirdin nek ḧîzane jîn
hey lay laye řołe lay laye
bixiwêne, nezan çî ledes naye