xoy xoştir dewê

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  752 Dîtin
pîrêjnê kiçêkî hebû cwan û nonemam
taqaneyek ne bab û biray bû ne pil ne mam
çawbaz û piř lenaz û wekû nawî nazenîn
řûxoş û şox û lêw bebze û dem be pêkenîn
řojêkî sûke tayekî girt û lecê kewt
dayk ne řoj le tawî sirewt û ne şew xewt
le xwa niza û nyazî ekird: xwaye wam ewê
min bimirim ew nexoş nekewê û derdî lêm kewê
kûpey serawłey kepekî hełpesardibû
çêłêk serî le kupekeda gîrî xwardibû
yadê ke dîtî çwarpelê zil mil be kûpewe
pêmêrdî xwaşî bîstibû seyre. gutî: hewe
girya û gutî nexoşeke min nîm kiçî mine
gyanî bikêşe lerzî le leşda û le mirdine
herkes witî ke jînî bełagêřî to eka
herga be tirsî mergî bi’ezmûy diro eka