heło her berze

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  4087 Dîtin
payîze dar û dewen řeng zerde
ba tez û serde be toz û gerde
dyare lay şexteye naxoş xewerê
dare xoy deřnê xezeł hełdewerê
hewre řeşpoş û be girye û nałe
seretay şîwenî mergî sałe
be gijey serdî henasey kej û ko
jînî xoy hatewe bîr pîre heło:
daxekem bo guř û tînî cwanîm
ew demey çon û çibûm, bo wa nîym?
hêz û somay nîye bał û çawim
mamewe girdenşîn bê řawim
dûre goşt poř û kewm, werdekewm
goşte nêçîrê meger bête xewm
pîrîye payîzî werzî jyane
wirde hengawî berew gořnane
wa hełoy mirdine řawî kirdim
řawbetałî mine haka mirdim!
mirdinîş hênde ne sûke û sana
serî lê gêje hezaran zana
çim beser dê ke nemam û mirdim
peřî ber bayek û xołî wirdim
gyan berew kwê defřê řûn nîye bom
to biłêy biçêtewe lay bawe hełom?
to biłêy řawê hebê lew berze?
paş hemû çermeserey em ’erze
daxim ew řaze lebin serpoşe
seferî nabełedîy naxoşe
dił û dîdem ke be dinya fêre
çendî pêm bikirê demênim lêre
jîn gelê şîrne fîzî nawê
bo mebest ser denewênim tawê
çarî em derde le lay qaławe
gerçî zor pîre be lawî mawe
deçme lay û bewe çim lê naye
řeşîye û awî jyanî laye
ser newî day le şeqey şabałan
hate wêraneyekî cê małan
bû be mîwanî qelêkî řûřeş
çepeł û řijd û le merdî bêbeş
qel qiřî: lêm meye pêş zordarî
xwa şukur zor be keneftî dyarî
zûbe çît lêm gereke pêm bêje
dûr le min bigre leşim be nwêje
witî ey lale qeley her lawim
pîrim û zor le merg tirsawim
heme pirsêk û debê bimbûrî
hoy çîye to ke le mirdin dûrî?
wek dełên êwe be çił sał bařn
tûşî tûş nayen û kosp û bařn
řêyekim pê biłê bo hermanim
toy le lat dest dekewê dermanim
swênd exom paşî heta bişmênim
her kewê řawî bikem bot dênim
***
qel gutî: hozî heło zor xawin
seyre lam çone ke xawen nawin
bab û kałit be nezanî mirdin
bîrî serberzîye way lê kirdin
her kesê berzefře zû demrê
bay biłindayî ser û dił degrê
małî êwe ke le lûtkey kêwe
lay cin û dêwe bełay zor pêwe
xwênepoř porgî dexate xwênê
goşt kewî taze giriftî dênê
ciger û sî û diłî mamir jehre
ta weha bî teqelat bê behre
detewê zor bijî, xoş řabwêrî
xo le pendim gereke nebwêrî
were wek ême bijî nizim û newî
şew leser gendełe darêk dexewî
xwardinî başî ke to netdîwe
goşte bargînî genî û topîwe
kirdinî çîne le peyn û şyake
tawwitînî leşe bo dił çake
pendî bapîre be mîrat mawe
xwênî zamî kere somay çawe
giftî min gewhere bot hełřêjim
taqe dû řêt lebere, pêt bêjim
yan lenaw bogen û nizmayîy jyan
yan be serberzîyewe bispêre gyan
řaçenî lem witeye pîre heło
hate berçawî gelê kend û kiło
kewte naw gêjî xeyałat û xeman
man eger wa bê çi şirîne neman
witî: pîroz bê le xot em jîne
cejnî to bo me şepoř û şîne
kê be serberzî jyabê tawê
jînî qaławî be pûşêk nawê
çaweřêy merge gyan ba bîba
peř û bałim le çya ba bîba
be hełoyî ke le jîn bêbeş bim
nek hezar sałe qelî řûřeş bim
bo şitêk êste le xo bêzarim
min heło boçî beto bû karim?
merd eger karî be namerdane
derdî serbarî hemû derdane
***
kewte xo day le şeqey bał dîsa
agirêkî le derûn dayîsa
řastexo bo serû her bo serçû
herdî cêhêşt û le hewran derçû
qel hezar sałî jya bew terze
sernewî û hêşte heło her berze