xwawendî cwanî

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  1100 Dîtin
xizmetkarî ton cwanî û cewanî
gyane şahenşay tacdaranî
cwanî textî xoy dana lêm pirsî
kê deçête ser? bo toy řwanî
sirwe ta basî cwantir şit bika
her be basî to fêre zimanî
xwêndinî bulbul bestey ewîne
be toy heł dełê berî beyanî
baẍçołey gułan mest bû le hoş çû
ke ba boy sîng û memkî toy hanî
guł le daxanit xoy kuşt xwênekey
xiste ser kułimit toy kirde canî
le guł weřez bû pepûle wextê
neqłî lêwî toy le sirwe zanî
zanît ême çîn kewtûyn leber pêt?
diłdar leber pay xwawendî cwanî