hawarî zorlêkiraw

le şa’îrî zengîy emrîkayî: «mak kirya»we, wergîrawe
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  541 Dîtin
min kêm? çon jyam? boç emřo dejîm?
řeşim wek dîzem, řeşim wek řejîm
řeşim wek le’net wek qurmî dûkeł
řeşim wek bextî bêkarî tenbeł
řeşim wek mirdin be řojî cêjin
kes le birudway çakem nabêjin
dostim yek yeke û hezaran dujmin
hemû kes be sûk deřwanête min
weku deřwanne kirmî ser ’erzî
estêrekanî ’asman le berzî
dûryan xistimewe û naheq kuştimyan
pêm pê dekenîn katê naştimyan
deyan gut ey řeş giłî gił menził
tenya her boxot deçyewe naw gił
***
pyawetîm layan bê qedir û bawe
yasaw dîn beşî minyan nedawe
hîç baweř naken min hîç bizanim
le dił řeşî wan min sergerdanim
şew û řoj wek seg kêşkiçî małim
weku gesk û bêł małyan demałim
minał jîrkerim, çêşkem, pişîlem
espabîn çi xom çi qewm û qîlem
bo qeyser beşew bezmim eda saz
be řoj pirdî bûm le kurtî řê baz
ke neşman koyle û qeyserî řima
ême mîratî ewanman bo ma
be řoj qesabim, kêrdim, berazim
beşew goranîm, hełpeřkêm, cazim
***
naxoşyan ewêm, boçî? nazanim
hejar, bestezman, besûd, bê zyanim
diłyan delerzê nek xwênî geşyan
têkeł be řeş bê û biçête leşyan
xwa neka tebyat zorim bo bênê
jinêkî sipî diłim bistênê!
xiřke beş naka bo pêdadanim
girêwe baske bo zû xinkanim
be hîç le destyan naye řizgarîm
hordû beş naka bo parêzgarîm
nawêrim çi biłêm, leber xomewe
ax hełdekêşim pîş dexomewe
goranî dełêm dinbeg lê dedem
zor serxoş debim semaye dekem
dełêm le bîrim biçê min řeşim
le hoz bêgane û le jîn bê beşim
bełam le bîrîş biçê: zilleyan
şeqyan, bełẍemyan, daryan, gulleyan
zû demhênnewe ser řêy wişyarî
bo hestî pestî û sûkî û hejarî
ew hemuwe boçî? her çunke řeşim
kemtir le seg û diz û çeteşim
řeşayî řeşyan le berçaw zore
gurge, kêwîye, binyadem xore
nazanin ke şew řeşe û her deşbê
kê le cwanî şew dekirê bê beş bê
şew řeşe û eger biłên şew nebê
yanî sanewe, yanî xew nebê
řeş bûm her řeşîş debim ta zîndûm
lelay fîr’ewn řojêk bende bûm
bulhewł û ehram deskarî minin
şahîdî derd û azarî minin
řêsme û şîpaney qeyserim małî
bê pare û bê nan bûme ḧenbałî
le kongoy biljîk destyan peřandûm
demêk boyeçî corc waşniton bûm
***
bełam ger zewîş geřam tewawî
biřîm ew řêgey dûr û xwênawî
fêrbûm lew nîley be mîsra dehat
baweřî bexo û bê dengî û sibat
ke «mîsîsîpî » be min pêkenî
paşan bom girya, hoşim řaçenî
gyanim pîr buwe û êsta zorzane
kendał guşade wek ew çomane
êsta însanim debê însan bim
řeşîş bim debê wek sipyekan bim
ferqî şew û řoj lay xuda nîye
şew bo řoj weku çawey kanîye
řeşî şew şepol eda û nasrewê
ta řojî sipî lê derdekewê