dostî nezan

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  578 Dîtin
baẍewanêkî pîrî konesał
legeł wirçêka bibûne hawał
dostî yektir bûn bedił û begyan
hîç sat û katê bê yek nedejyan
le gwêz le tirê le dane û hêşû
bo mam wirç bû noberey pêşû
wirçeş zor bedił xizmetî dekird
herkarêk heba beřêwey debird
darî detekand tirêy eçnî
çingałî çek bûn le řûy dujminî
be řoj karker û pasewan beşew
baxewan bê xem çawî eçwe xew
***
řojêkî hawîn baxewanî pîr
xewtibû le bin darêkî hencîr
wirçe le tekya hełtiruşka bû
mêş derkiranî pê sipêrabû
ew řoje way kird hirujmî mêşan
bo wirçe bibuwe mayey ser’êşan
wîstî be carêk qiřyan tê kewê
ta dostî beřêz xewî lê kewê
gaşêkî hełgirt behemû twana
be bê sê û dû day be mêşana
legeł mêş kuştin kabraşî cinî
dostayetyekey bû be dujminî
dostit nezan bê le berî hełê
řûřeşî leduwe maçî mencełê