wirçî nekujraw mefroşe

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  554 Dîtin
dû kesî řawker çûbûne cengeł
yekê tirsenok, yekêkî tenbeł
tirsenok witî: wirçê řaw ekeyn
hay kewłî wirç le şar qaw ekeyn
be nirxî wirçe zor kutał ekiřim
bo toş kirasêk le caw da’ediřim!
wirçêk derkewt le say nizarê
tirsenok řay kird peřye ser darê
tenbeł lêy kewt wat ezanî mird
wirçey hateser bonî pêwe kird
be mirdûy zanî û hêştî bê gêçeł
kabray le serdar gutî be tenbeł:
wirçe çî egut? bexwa zor tirsam
witî: dû pendî zor başî dadam
legeł tirsenok mebe be hawkar
to becê dêłê û xoy deçte ser dar
doşt pê xoş bê beran medoşe
wirçî nekujraw pêstî mefroşe