mêşk û diłî nîye

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  626 Dîtin
şêrêk nexoş bû jan ledił û ser
wityan dermanin mêşk û diłî ker
witî be řêwî: kerêk peydake
beşim mêşk û dił beşt kelake
řêwî çuwe lay ker gutî: kerî jîr
were bo lay şêr detka be wezîr
kewte dûy řêwî diłxoş deyzeřand
şêr lêy řapeřî milî têk şikand.
gutî: min deřom dest û pel deşom
çawenořî tom mêşk û dił bixom.
řêwî be hełpêk mêşk û diłî xward
xoy le şêre bward ta şêr le dûy nard
kwanê mêşk û dił? xo neybu paşa!
seyre û temaşa! xom dîm le laşa
paşam eger ker mêşk û diłî ba
debû fîkî xoy zû bizanîba
ker û wezîrî? kê bîstûyetî?
min êjim neybû, êjî bûyetî!
şêr fermûy: kerêk bexoy nezanê
řêwî řast eka mêşk û dił kwanê?