řeqe û mirawî

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  605 Dîtin
cûtêk mirawî sałê le çołêk
hêlaneyan bû le nizîk golêk
řeqêk boyan bû be dirawsê mał
zorî pê neçû zor bûn be hawał
kase cîranyan bo yektir ebird
şew û řoj yarîy yektiryan ekird
ewan leser bał deyankird seyran
řeqe lebermał debuwe pasewan
zistan xoy nwand beřûy tał û mon
bałdar naçar bûn bo germên biřon
řeqe destî kird be şîn û giryan
cergî asnî bo debû biryan:
ser sewzî řengîn borçînî neşmîl
le dûrî êwe degirim dîq û sîl
wek bawkî wisû memken pîr û kwêr
minîş hełgirin dême germesêr
řeqe gazî girt le darêkî sûk
herdû seryan girt bałdar be dindûk
fiřîn le deştan le çya û nwałan
çawyan pê kewtin jin û minałan
wityan: mirawî çend be firîwe
řeqey hejaryan bedar dizîwe
řeqey řiq hestaw lem giftugoye
zarî kirdewe û gutî: diroye
îtir serewjêr boy hate xwarê
kewte nizarê naw berd û darê
xwênit heł neçê begfitî bedkar
nihênîy diłit mehêne serzar