bayek

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  549 Dîtin
yekê le birsan nek fêłbazane
le cêyek dizî mistê řazane
xawen řazane be karyan zanî
be dar û qamçî berbûne gyanî
kabra şil û kut besed kewt û řewt
jan leleş, lezg xoy kuta mizgewt
nałe û hawarî xiste her laye
bijîşkê gutî: dermanit baye
řazane baye be ba der kirdin
řizgarît debê le çingî mirdin
nexoş detlawe be awat bawe
ta ferdahî řoj her depařawe
nizay nařewa bay der nehêna
be nahumêdî serî hełêna
gutî: xudaye wa dyare demirim
bo awatê tir dawênit degirim
le paş mirdinim beheştim derê
horî û hengiwîn û awî kewserê!
yekê emey bîst lêy hate witar
gutî: hey gêjî zor bêjî lasar
lêy pařayewe ser leber şewê
tiřî nedayey beheştit dewê?
kesê bo bayek dengit neygatê
horî û hengiwînit çilon dedatê?