ayetî gopał

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  614 Dîtin
bo sefer eçû melay mezmûre
deşîgut řêgam gundêkî dûre
jinekey witî ayetel kursî
bo to zor başe le seg detirsî
eger bot hatin boyan bixiwêne
gutî: ’afretê besim bidwêne
segelî ladê nexwêndeware
le qur’an naga çare her dare
sûrey gopałyan leser dexwênim
eger têm negen demyan deşkênim