kirmî nawxo

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  656 Dîtin
çiłêk maloçe le dar bî hała
řojêk le gełya deykird sikała
awał! bo kizî bo řengit zerde?
ne tînûy awî, ne cêget berde
bîwir natbiřê le çî depirsî
le kiřûsînewey bizin etirsî?
berz û estûrî řegit kutawe
dijî û keneftî binêre lawe
biřwane minî barîk û bê tîn
herwa hełdeçim geła turit û şîn
řêgey payzî mergim le pêşe
hêşta weku tu nîme endêşe
***
be henaseyek serî dar lerî
qirçey le dił hat çend gełay werî
gutî: awdengî şox û şengî min
lawênerewey diłî tengî min
janim girane û nasorim zore
dar ke deqełşê le dare hore
kirmim tê daye û ewîş le xome
le kirtandinî řahêł û pome
her darê kirmî lenaw xoydaye
deşkê û dekewê be sûke baye