ke çawim kirdewe řwanîm be dewrî xom û dinyada

ezanî min kêm?
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 1 Xulek  430 Dîtin
ke çawim kirdewe řwanîm be dewrî xom û dinyada
çilon xom dî le lafaw û şepol û gujmî deryada?
çe lafawêk seraser piř le nasor û le nakamî
le eşkence û kiłołî û negbetî piř bû le sersamî
ne bawkêk bû destim bigrê be řêgey řastya bimba
lejêr sayey cigersozî û ḧinanîda bexêwim ka
ne koşî germî daykêk wekû daykî hevałanim....!
ke tyaya bisrewm satêk pişûyek bête bergyanim
kesas û bênewa herdem le małî xom û xwêşanim
bełê ejyam wekû însan bełam piřdił bû giryanim
le řuxsar û le sîmama nîşaney negbetî û matem
wekû řoj aşkira û dyar bû eger çî lêw bû piř xendem
bełê ew nutfeyey gyanî minî hênawete berhem
seraser çîn û binçîne hemû derd û pejare û xem
weha bemcore bû jînim le asoyekî matemda
nehatîyek bedûy yekda le dinyayekî pir xemda
ewa êstaş ke embînî ke wa zîndûm û hermawim
bełam mirdim le tafî lawîyaw hêşta nenêjrawim