meteł

bo kitêbî seretayî
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  2301 Dîtin
sałî 1971 wek destey nûseran pêk hat, ferhengistanî kurdanîş benawî «kořî zanyarî» damezrênra, lewêş be’endamî kara weryan girtim. le lîjney kitêbî dersîş bo minałî kurd beşdarbûm, bo kowar û řojnamanîş witar û şî’irim nûsîwe, carubareş be’arezû yan řû lê nanî hewałan tak û tera honrawim honîwetewe, beşî zoryan be’sî wêřay tałan kirdinî małekem lenawyan dan. ew tozey ke bom xelsawin ewanen ke lemewdiwa dên:
debzane çîye? xoşe metełim
bîrî lê bikewe mełê tenbełim
gyan leberêke melewanî gom
zorcaran dîwte le řûbar û çom
bê qaç û deste, bê çirpe û heste
leşepol biřîn weku miqeste
bałîşî heye û pêyan nafřê
zarîşî heye û hergîz naqřê
nîwe le nawî dey leçil keme
may bo binûse û bîxo sê jeme
eger pêt nekira hêşta bînasî!
detxeme naw aw detkem be masî