ḧelleq melleq
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
3 Xulek
985 Dîtin
wek bas kira sałî ḧefta be bełênî xudmuxtarîy kurdewarî le ’êraqda degeł be’is aşt bûynewe, be kurdî leşeř çûynewe. mamostakan çûne beẍdaCih û bûne wezîr û mudîr û estandar û dest enderkar. beşî zoryan le řêgey çewrîy pêxoryan, leber mestîy pare û kursî, têr agay le birsî nema, des kira be xanû kiřîn û tirombîlî cwan lêxuřîn. pêşmerge řemekîyekanîş ke ewan şeřyan birdewe, řijane nawşaranewe û çûne naw řîzî bêkaran û le bîrzilan biranewe. bem şî’rane tozê gilem lew xobwêraney xoman kird û nawim lê na «ḧelleq, melleq» çîroknûsî benawbang «mem» serperistî kowarî «hewlêr»y ewdem bomî çap kird. minîş bo bełagêřîy em dû dûbeytî axryekem ke têr û xest û xołtirbûn derawîşt û xałman le cêy betał dana. her şî’ir leçap hateder, herçî, herçî û perçî kar lemist û helperist û benawî kurdayetîyewe bo kurd firoştin çerçî bûn, wek zerdewałey harûjaw huruwjimyan kird. şî’rî abřûberyan diřî, mem yan leser kar welabird, hezar şikayetyan pitir lelay barzanî lemin kird. wityan hejar dijî kurde û xayn debê siza bidrê, ke barzanî emey pê zanî xwastimî û şî’rekanim bo xwêndewe . lecyatî siza sed aferînî lê kirdim û fermûy destim degeł destî toye. îtir ledest ew gurganey wa kewłe meřyan poşîbû parastimî, memîş le azar řizgarbû. şyawî base ’areb û kurdî ’êraqî hełbestî taze babetî pet pisawyan ke belawe zor pesende naw lê nawe şî’rî «ḧuřiř» wata azad. hejar bogałte şî’rî ḧuřřî nûsîwe:
mame gyan siławî bondar
pîroz bê qefe û kursî
ger le piçûkî xot epirsî
mawim bełam belare lar
***
negořawim, herwek pêşûm
wek zû dîwtim her bêkarim
her nedar û nalebarim
bê nan û bê berg û têşûm
***
mame gyan ewkate le çya
pêkewe dejyayn le eşkewt
řank şiřoł û kiłaş çewt
le hîç şit lêk nebûyn cya
***
biray yektir bûyn ew řoje
det fermû eger azad bîn!
le sûçêk bemafêk şad bîn!
detkeme derzîy berkoje
***
benaw azadîman wergirt
to hatye şar û efendît
kes nazanê çonî û çendît
xanûy şeş ḧew qatit sergirt
***
yansîbit birdotewe
qaset le pare axnîwe
zorbey zêře û kemî zîwe
minîşt lebîr çotewe
***
’erîzem nûsî bo xanû
çunke xanûyan sûtandûm
le zewî deryan peřandûm
bê cên minał û keybanû
***
leserit nûsî natkewê
zewî û xanû le kwê bênim!
çon serî ḧukmat dêşênim!
boxot bijî lêr û lewê
***
gutim bê cilkim, bê tînim
medresey dewê زاۆکم
fermût: de berde berokim
nabê carêtir bitbînim
***
derdî tazet pê damewe
paş ew hemû derdey çêştim
be marsîdis becêt hêştim
papetîw pyade mamewe
***
bê emeg, be xwênî ałim
kursî berzim bo to kiřî
toş çiłmî xot be min siřî
to sazî û min jyan tałim
***
ba wa bê mame ba wa bê
baxwên behay min fîřo bê
herçî min kirdim bo to bê
ba ew qerzey min fewta bê