demeteqey pîrot û bapîr

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  577 Dîtin
le şeřekanî sałî 1969 da caşkekanî biraym eḧmed û celal tałebanî gundî kurdanyan bo fiřokey dujmin dest nîşan dekird ke bombaranî ken, ḧikumet becfire befřokewanekanî xoy degut: biray behîmet «alax alşihimErebî» ’umer debabe û pałewan «albitilErebî» ’elî ’eskerî her gundêkî kurdistanyan bo dyarî kirdin bombaranî biken û lenawî berin:
p: bapîr le kwê bûy? bi: bexwa, lew deşte
p: xoşe ew deşte, wêney beheşte
bi: bełam êstake wek cehenneme
kuşt û kuştare û hêmnayîy keme
jin û minałman le xwên şełałe
letenganedan řenicber û pałe
dujminî nakes ber bombay dawin
gund û mezraman gelêk sûtawin
p: gerekte bêjî be’sî nakesin!
bi: be’sî çî! pîrot caşk teresin
be’sî dujmine û kurdistanxore
ger kurd boy bika dax û nasore
p: axir, mam bapîr, caş kuřî kere
le ḧałî dinya zor bê xebere
nexwêndeware be xoy nazanê
kwêrî bê goçan pê le kwê danê?
bi: pîrot to le kwêy? kurdî xwêndewar
xwênaw hełênin! lêman bûn be mar
bile nanasî? ew meḧamîyeke
mil barîkeke, mamre şamyeke?
p: çonî nanasim! mamostay xom bû
belay xoy bo kurd bombay atom bû
bi: bełê mamosta des bexeneke
le pêşa bo kurd zořnajeneke
êste bo parew bo kwêxayetî
wazî hênawe le kurdayetî
êjê atomim dijî gelî xom
legeł dujmina kurdistan exom
caş mamostaye û mamostay caşe
kerî berbarî bekir û ’emḧaşe
’abay namerdî leser şanyetî
dujmin be kurd û kurdistanyetî
caşkî ew le pêş řîzî dujminda
be sewley ’areb dê be gij minda
minałî sawaw jin esûtênê
lecêy kiştukał mirdin deçênê
fiřoke gundim ber bomba eda
caşkî mamosta dersî da eda
řojnamekey ew dujmin taw eka
xoyşî tajîye û bo seg řaw eka
dawyete harî egrê belekman
p: yaxwa kwêrî kat nan û nimekman
be nanî kurdan gewre kirawe
be parey ême pêy xwêndirawe
leser şanî kurd kira be ḧakim
bo des biřînim xoy kirde kakim
be kurd kurdêne çawî minî best
ta le sayey min piley kewte dest
lêm hełgeřawe û řûy kirde şaran
řojêk le beẍda carêk le taran
xoy xoy firoşt û le minîş nageřê
lêm bote tułe û be kun deweřê
gerekye êmeş caş bîn weku ew
bezor řamkêşê bo tarîkeşew
sa ebê çibkeyn ledes em tułe!
bi: pîrot gyan, xayn temenî kułe
xo firoş her bûn le naw gelanda
qelî řeşîş hen lenaw melanda
bełam destî gel, xayn xinkêne
giřpey azadî, dujmin sûtêne
kurd û kurdistan her azad ebê
dujminit kwêr û dostit şad ebê
řojî dagîrker le awa bûne
berew azadî asoman řûne
xayn mergî xoy leber çawyetî
wa peleqajey gyaneławyetî
p: wate, caşe řeş belaş ezeřê
bi: bêje, tułeye û be mang eweřê