demeteqey pîrot û bayz

hemîşe pêşřew
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  745 Dîtin
her kes agay le řabirdûy paş paşayetîy ’êraqe dezanê ḧîzbî komonîst ta serêk degeł qasmida wekû gwêy herame cût bûn. le kuştarî bê pirsyarî setan ’ereb û turk û kurd le musiłCih û kerkûkCih û kwê û kwê. wek bizût bûn, her kesê deygut ’erebîm, herçî bîgutaye kurdim, be gunahî nasyonalîstî lê biřabûn serbenîstî ken. xêzerey berey ciřucong kełkełey kwêxayî kirdin bay kirdin û bayî kirdin. diruşmî «metłeb ’ezîmî» kerîmî lê diřdong kirdin, kewte girtin û lêdanyan. katê be’sî kodetay kird, fermanî sûrqiřan derçû. her ewane seryan derkird ke małyan le kurdistan bû, yan twanîbûyan hełên û pena be barzanî bênin. penadran, wek xoman û tozêkîş zyad bexêw kiran û be arxeyanî damezran û gutman biran. bełam dway ewende sałe ke peymane newtînekey nêwan seddam û şurewî îmzakira, be’sî gutî ba bênewe çyan lê nakem. her hêndey fû le qenne key giştî pêşmergey cê hêşt û çûne beẍda û le cařyan da ke ew kurdey le kêwane û legeł dewłeta şeřyane kone perist û sehyonîn. nîşaneşman bew nîşane ke xoman be çekî santo fîşekî emrîkayîman be dewłetî susyał be’syanewe nawe. dwanyan nawniran wezîr û le mûçe pêdan bewlawe kes çî bekław nedepêwan. be pifî be’sî fûdran û mil be çekî sûk û giran. dijî êmey ke pêşu têşûman dawin û le say ême parêzrawin, degeł caşî mamcelal û fî’udałan û kicukî xałindî welîdî ’areb hatne şeřman bo tałan û bê namûsî û bê şermaneş deyan nûsî ême çunke marebřawî meskewîn pêman mełên caş, pêşřewîn. lew barewe em demeteqem danawe û le jimareyekî xebatda çapkirawe:
p: a were bayz eme to çît kird!
le şu’etyeket boç wazit hawird!
bi: bêjim çe pîrot, serim lê şêwa
we hezar řibe û gezyan epêwa
ew sałe wityan ême umemîn
gişkyan yek tîren xełk ser zemîn
dij çewsêner û dostî çewsawîn
awî bê nan û nanî bê awîn
witim umemî we kurdî çîye?
wityan bê deng be, kurd omet nîye
p: dûr le řût, xotyan kirde gwêreke?
bi: pîrot le qisema diłope meke
heta penc şeş sał emeyan cawî
řojê cařyan da wetengetawî
kurdîş omete û mafî jînî hes
yarmetî edeyn zyatir le her kes
eşê kurdistan mezin dirus keyn
eşê dagîrker kurdistan wis keyn
p: emeyan le çî û ewyan le çî bû!
bi: min êjmî giştî le bar keçî bû
heta dehołyan dengî edawe
we kurdyan ewt biço bewlawe
her dehoł diřya kirdyanme kake
p: wityan çerme kurd bo dehoł çake
bi: besyesî pîrot, çen çene bazî
p: boye kurd êjin boz we lawazî
bi: desa bîwřewe p: bełê, dey fermû
nayejim neḧlet le buk û perdû
bi: îtir lew sawe bûm, we wişkeřn
ewan le ban pet, hełpeřkê le min
webjî bijî, we çepłeřêzan
hoşîşim biřya le mał û xêzan
wegyan to nenan, ne’awim bo ma
bibûm we çewêk le tehî goma
p: paşan? bi: paşan çî? kodeta kirya
kê sûr bû kujya, dadřya, birya
kewłyan efroşya, wek kewłî dełek
legiş aqarê laş kiryan kełek
p: bayz wek êjî řawe weraz bû
ca lem sûrkujye, kesyan derwaz bû?
bi: bełê le songey minî xêrewmend
zoryan derçûn û xomyan kirde pend
weple pirûzê kê hate laman
le mirdin xelist lesay penaman
we nan û awim zîngû bûnewe
têryan xward, êste tê hełçûnewe
çugne ban kursî û pêm pê exenin
hatûn toł dîze le cam esenin
webřine û xoman xoman epêkin
p: nawêrim bêjim ’ece û xerêkin
axir famînê, awezê, bîrê
natirsin dîsan têyan bigîrê!
we bilwêr fêłbaz keftigne sema
çî eken, eger deng bilwêr nema!
bi: pîrot çon êjî kar xeraw eken!
wem şeře kurde řeng tewaw eken
emane naşê bêkar danîşin
simêłyan sûzya, hełweday řîşin
caşyel eqta’î sim xiř û şînen
caş xalîdekan borełûkînen
caş teqeddumî řû zerdin tozê
lem law lewlaş hen çen caşe bozê
emane gerçî sûrî kałîşin
paşmawey cařî aş betałîşin
le naw caşgelda caşî sûr ewn
we giftî xoşyan daym pêşřewn
p: ê mam bayzoke, axrî xêrbê
dûr nîye em çeşteş wedemyan swêrbê