demeteqey bapîr û pîrot

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  533 Dîtin
ḧemedemîn ferec ke zołe kurdêkî nîştmanfroş û hawbîrî celal tałebanî bû, kira be muteseřîfî hewlêr. şêx ḧemedemîn nawêkîş ke lew zołtir bû kira beqaymqamî hełebce:
bi: pîrut zû, were, mizgênîm deye
p: çibuwe mam bapîr? bi: çend caşt heye?
p: bexwa, herdiwanin yek dêze û yek şîn
bi: biřo cilyan ke p: to caşkit bo çîn?
bi: deyan nêrme xwar, pîrot we temam
caşulket bo bikem be qaym meqam
p: çî çî? mam bapîr dûpatey kewe!
bi: çî çîy, pê nawê caşk be birewe
muteseřîfî hewlêr caşêke
piştî beqeder ’enternaşêke
pîrot to bo xot agat lê nîye
qaymqamekey hełebce çîye!
p: řast ekey, ewîş caşe û şêxîşe
axuře, petke, kutke, mêxîşe
pêşû eyanut weḧîlebazî
kerêk le beẍda xoy kirde qazî
tu êjî řast bê! bi: boçî diroye
êstaş herwaye, mast biray doye
lem aługořey dewr û ḧeyame
çwar ser caş bûne xawen řojname
beẍdad be pîte, caşî kurdistan
lewê gořyawin, êste mamostan
p: sa bexwa bapîr emey pê nawê
bîrî qaymqam le dił derbawê
yał caşekanim lûs ekem wemûs
pêm xoşe bikirên beřojnamenûs
dêze, řesene, simî wek gwêze
ḧeyfe pêy nełên mamosta dêze