çon cêjne egrîn?

cêjnî řemezan
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 6 Xulek  966 Dîtin
cêjne, î wa heye diłî xoşe
zor kesîş lêw bebar û řeşpoşe
heye destî exate naw xenewe
heyşe mate û desî be jêr çenewe
yek benaz pa exate ser kursî
zor desîş wan leser zigî birsî
yekê sînî piław û goştî le pêş
zorî awate xwaze bo biřwêş
yek simîł ba eda be destî çewr
yek desî porg eda bedeskî tewr
yekê qaqayetî degeł yaran
zor kesîreş heye leber baran
yek cil û bergî taze dirwawe
yekê bê řank û pêç û pêławe
yek le bawkî esênê cêjnane
zorî bê bawik û wêłî kołane
yekê sergermî bezmî řeşbełeke
yek lenaw sengere û le pişt kełeke
yek be şadî lenaw jin û małe
yek le dûrîy minał jyan tałe
yek le ban sîne zerde mem deguşê
yek berew dujminan besing exuşê
yek le şara be bê tirs jyawe
yekê pêşmergeye û beser çyawe
yek le «ḧîzî û selametî » degeřê
yekê serxoş debê be kořî şeřê
yek le bê mûsî zibre, yek lûse
hoy çîye! basî pûł û namûse
yek dejî bo diraw weko kirdin
yekê namûs periste ta mirdin
kurdistan ew beheştî bê wêne
nuqmî naw xwêne, bê ser û şwêne
dîl û dagîrkirawî eẍyare
le hemûy dengî dad û heware
çendî çawit egêřî dar û pete
kurdî pêda deken be nawî çete
kwê eçî bend û çał û zîndane
małî ta řojî mergî kurdane
çend hezararan minałî kurd bê baw
çaw kiz û dił peroş û ser şêwaw
çaweřêy bawik û kakî gîrawin
cêjneye, bê lîbas û bê dirawin
çend hezar bêwejin hetîwbare
çaw be firmêsk û dił birîndare
***
lawî pêşmerge şarezay derde
boye cê bezmî cejnî bin berde
deyewê nîştimanî azad bê
kurd hemûy şad û dûre bêdadbê
çawî piř awî bêwejin bisřê
cilî cwan bo hetîwî kurd bikřê
derkî zîndanekan le řêsme berê
kurde gîrawekan bixate derê
bab û kuř mêrd û jin beyek şad bin
xemî řojanî dîlî berbad bin
lawî pêşmerge meşxełe û egřî
tarîkayî leser wiłat ebřî
diłî şade be karî pyawane
lawî wa řoşnayîy çawane
ew diłey kurdistanî têdaye
xemî mał û jyan lelay baye
***
kurdî waş hen dejîn bebê xeberî
çî lewan derdî hoz û xake serî
bit û qîbley ewan zig û wirgin
harî şwên goştin û řewey gurgin
cêgeyan yan ḧemame yan sifre
pyawetî û zibrî lay ewan kifre
doşekî tûkî qû nebê nanûn
mêrdin, awatexwaz be keybanûn
kurdî daxêwin û dełên kurdîn
tirsenokîn, le xişpe diłxurdîn
kurdî xawu xilîsk û des bexene
kurd nîye zołe kurdî lapresene
daykî mêrdî nebû ewey hêna
ẍeyre kurdêk bû, nawekey lê na
heşe derwêşe, sofîye, kułke
řîşî ałoze, pirçî piř çiłke
margire, agir û xełûz xore
tîxe, keşkołe, zerge, satore,
barî şêx û xelîfe hełdegrê
bê xeber zawe, bê xeber demrê
bijî yan bimrê her zyanbare
dîn û dinyay ledes çû bêçare
***
heyşe her kurde xayne û xetere
herkesê bîgrê goştî serçepere
nîştiman, dîn û ayîn û namûs
lay nîye, her ezanê bêne filûs
qułe çomaẍî destî zordare
diłî sed pareye le swêy pare
caşe bê ferqe boy mecûs û fele
kêye caş egrê pare bênê ḧele
’arfe, bekire, qasme, ’efleq
caşî lazim bê gwê leqe û sim řeq
gazîy bo egrê, cûte hełdawê
alîkî zor bê, abřûy nawê
ewe jehrî heye weku mare
ta serî nencinî nîye çare
***
hêndekîş xwêndewarî řeş xwênin
kurdî ser mêz û merdî naw nwênin
kurdî çakin le dewrî şûşe ’ereq
felsefet bo dełê û qisey nesteq
ełê min bim weha dekem, waçê
dujminêkim ledestî dernaçê
pêy biłê, fermû wa çya were şeř
gurcê wişkawî dadê ew demî teř
pêt ełê min! bekê ełêy min bêm!
deştekî to, debê nezanî kêm!
kuřî pişkeł efendî, bête şeřê!
text û bextî zemane werdegeřê!
ewe pêwîste lêy geřêy, bidwê
ta be serxoşî deçtewe, denwê
***
cêjne, xozge destî ewendem ba
yan kiławêkî sexre cindim ba
herçî bim wîstiba le henbane
derbiçûba û biba be cêjnane
***
bo mela mencełêk le goşt û piław
bo feqê mêzerêkî hełpêçraw
def û zergim deda be mam derwêş
tozê îman be şêxî xo hełkêş
řîşî sofîm deşût be tayd û sîm
seyrî awêneka biłê min nîm
beşî ḧacî diroy zil û des biř
beşî dêwane! ḧaw û ḧû, miře miř
şetî beẍdayeşim ekirde şerab
bo be dem kurdekanî ’alî cenab
xene bo pyawî dem be nûze û şil
şane û awêneyêk û tozê kil
luř û kurtan û kaw co bo caş
pałû bo bermil û beřeş bo paş
şêst û şeş zengułem ekirdin beş
lemlî caşekanî şêst û şeş
beşî dagîrkerîş giramêk bîr
ta bizanê ziman desûtê be sîr?
bîrî kurditwanewe leser derka
eqłî bê? naşê çîdî xoy ker ka
řemezanî ewende bê řon bê
şeşełan girtinî debê çon bê?
***
sed hezar aferîm û hey desxoş
becewał û be hoř beçeng û be koş
bo kuřî kurdî merdî nawsenger
lem serî kurdistan heta ew ser
řemzî azadî lawî pêşmerge
xakî poş, lêt mibarek em berge
toy humêdî gele hejareketî
tołe estênî gund û şareketî
çend hezaran hetîwî baw kujraw
çend hetîwbarî bê kes û damaw
çaweřêy mijdetin ke mizgênî
cejnî serbestî kurdî bo bênî
ser biłind bîn û serbexo ke bijîn
cejnemane, ne êsteye ke dijîn
gelî kurd ta esîre cejnî nîye
jînî bê serbexoyî nirxî çîye!
cêjnî azadî cêjnî kurde û bes
řojî kurd ser newî neka bo kes
ewdeme cejnî řast û cejnî xoş
bo hemû kurdewarî, bo min û toş