bekireco

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  704 Dîtin
caşkekanî mamosta biraym û mamosta celal tałebanî le bekireco gwêzranewe çemçemał û kerkûk, em sirûdeyan bo nûsrawe ke hemû beyanîyek bîxwênnewe:
bekireco meftûnî tom û şêwetim bîr kewtewe
peynî wişk û şał û qaşaẍit be kaw û cotewe
min le zîkir û fîkirî to xafił nebûm wa tê negey
çemçemałCih û şarî kerkûkCih toy le bîr birdotewe
bew ře’îsey ’eskerêkî hîç nezan û mil huře
coyeket corê le zigma agirî kirdotewe
ew hemû bîre û şerab û areqey pêda dekem
qet giřu giłpe û biłêsey tawê nakûjêtewe
basî xembarî û kesasîm her meke, tirsim heye
cê neqîzey tîjî qayd fîrqe pênc bukłêtewe
swênd be bezzaz û be yeḧya û merqedî merḧûmeke
dûr le to her kes şerabî xwardewe deřşêtewe
ême řołey ’arebîn, herçende kurdin daykiman
řuḧmî baban sed hezar sałîş le bîr naçêtewe
bê qisûre, çend cesûre caşî bê pałûy bile
wa le řêy kurd kuştina laşî le xwên etlêtewe
besye te’nem lê mede her caşekey carantim
hênde ḧîlimit bê heta emcaş me’aş edrêtewe
şerte şertî caşetî bê sûryaş komeg bikat
nawî kurdistan şîmal bê û nawî kurd gum bêtewe
weramî pêşmerge:
ceḧşî weḧşî bûy le tawî pare bîr nakeytewe
cengî kurdistan nemênê caş belaş dexulêtewe