’eceb tîrêke lêy dawim ke wa ew mahe tabane

diłdarekem
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 1 Xulek  404 Dîtin
’eceb tîrêke lêy dawim ke wa ew mahe tabane
le sînem ta ciger gahim be carê ẍerq û ẍełtane
le xwênî kuştinî xwîme ke wa sûr bû cil û bergim
ke min mirdim le ḧeşra şahîdim bergî şehîdane
ke wa kujrawî naḧeqim meken win xwênî min tuxuwa
le cwanî xistimye pîrêtî ke yek çahî zelîlane
emin kewtûme seḧrawe yekê dê pêm ełê şête
yekêkî tir ełê axo eme gumrahî îmane
ke nazanin le ḧałî min îtir lomem meken çunke
nemanî ’eqił û hoşî min le ’eşqî şahî şahane
çe şahê qetre firmêskî ke egrî her ełêy duře
eka şabaşî xunçe û guł we ya aşbahî le’lane
le wextî pêkenînîda ke dan tesbîḧî mirwarî
giringî xorî çawanî eda lew şaxî kułmane
çilon to şêt nebê eḧmedNasnava edebî eme ’uşrê le wesfêtî
xwa bo qetreye řeḧmet diłim piř ah û giryane