’alem eyzanê ke şêtî řûyî zîbatim were

bo yar
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 2 Xulek  516 Dîtin
’alem eyzanê ke şêtî řûyî zîbatim were
min ke sergeşte û ’ewdałî çawî şehlatim were
ax le ḧałim ger dezanî çone çon bo dîdenît
hênd perêşanim be wêney zułfî tatatim were
bêt û ger bitkem feramoş letletî xencer kirêm
řojî qyamet bê nisîbî cogeyî kewser kirêm
ger le yadim çî se’atêk wincirî neşter kirêm
takû mirdin dił peşêw û şêt û şeydatim were
to nebî bo çîme dinya em jyanem bo çîye?
nawî toy ger pê nebem em zimanem bo çîye?
bo çî nazanî ke em nałe û fiẍanem bo çîye?
çunke meḧrûmî ẍułamî û ’ebdî dergatim were
řûyekim têke bequrban besyetî ḧuzin û elem
hîç le twanama nemawe hełgirim serbarî xem
bew dû kułmî sûr û ałî fîtne’engêzit qesem
dił be daxt wekû syahî xałî gonatim were
gyanekem ’umrî cwanîm wa le řîta çû be ba
pênc û dû řojim ke mabê meyxere řojî ceza
bêne lîwit bîmjim takû nemirdûm tuxwa
řojî meḧşer ba bizanin mestî sehbatim were
bûme bulbul bo gułî řût pîşeme giryan û şîn
řoj û şew nałîne îşim, da’îma mat û ḧezîn
şew nîye bê yadî bałat ser binême ser serîn
çeşnî perwane le dewrî řûyî lalatim were
wermegêře řûyî nazit zamekem ekulêtewe
şûşeyî ’umirim be berdî hîcir û xem eşkêtewe
tîrî mujganit bihawe û bimkuje bibřêtewe
ba bizanin min şehîdî bejin û bałatim were