şewe mannidî qetrane bełam lay min çiraxane

yad
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 1 Xulek  334 Dîtin
şewe mannidî qetrane bełam lay min çiraxane
ke yadî yarî xom emşew le diłda bû be perwane
şewêke wek şewî deycûre mexmûr û hem mestûr
çe serxoşim, çe medhoşim leber ew şahî ken’ane
şewêke mat û xamoşe, hemû dinya ke bêgoşe
minîş wek bulbulî serguł çirîkem dê çî xoşxiwane?
şewêke piř sirûr emşew le sayey yarî taze û nwê
beserçû wa xezanî dił îtir feslî beharane
çi yarêk? şahî şahane we ya gułnarî bustane
be bejin û qamet û bała ełêy sewłî xeramane
biro peyweste çawmeste, ełêy tawwisî sermeste
ke eřwa toz û gerdî řêy mîsalî ’enberistane
ke eybînim şine û ’îşwey belence dêt be ber demma
wekû teyrî «semînder» her beşim sûtane birjane
xerîkî çît peşêwawî ey eḧmedNasnava edebî çît le dinyaye
ke to derwêşîye îrist, mekanit deşt û byabane