şerte ta řojî ḧeşir xulyayî min bê çawî yar

peyman û şîwen
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 2 Xulek  3271 Dîtin
şerte ta řojî ḧeşir xulyay min bê çawî yar
wêłî seḧrabim hemîşe terk ekem xwêş û dyar
şerte xwênim ya be giryan eřjême sefḧey ’edem
ya be şimşêrî řeqîbana ebê bitkête xwar
şerte wek mecnûnî bêkes deşt û kêw bê meskenim
ta bedaxî leylewe demnêne qebrî teng û tar
şerte wek ferhad qułingî yadî şîrîn hełgirim
ta le pay kêwî fîraqa cê dehêłim yadgar
şerte wek ye’qûb le dûrî yusfî gumgeştekem
sîne piř ẍem, dîde piř nem ta ebed negirim qerar
şerte wek azîzmirde ser le ejno bernedem
bo diłey wêł û ẍerîbim da’îma bigrîm be zar
şerte wek bulbul be şîwen qet liq û çił bernedem
ta demî xunçey emel nekirêtewe subḧî behar
şerte wek dêwane keşkoł û ’esayek hełgirim
bîxeme lawe be carê ’îzzetî nefis û wîqar
şerte bimbê tacî xesrewNava taybet gencî qařûnNava taybet textî keyNava taybet
her le dergay ewa bimirim kesas û xaksar
şerte řengîn kem le daxî to be eşkî dîdekem
’erd û berd û şax û dax û lalezar û cwêbar
şerte ya ḧesret legeł xoma enême qebrewe
ya ebê bimjim le xunçey new şikofey lêwî yar