te’rîx û eşxas

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 3 Xulek  835 Dîtin
pîremêrd le destixetêkda em sirûdey xwarewey nûsîwe. ber lew sirûde em çend dêřey nûsîwe. wa êmeş herdûkyan nûsîneke û hełbestekeş pêşkeş ekeyn:
ełên le sałî 1878da «muşîr ’usman paşa» y turk be leşkir û supayekî zorewe çuwe bo ser «bedirxan paşa»y mîrî cizîr û botan. leşkirî turkekan le mełbendî bedirxan paşada xêwet û baregay xoyan hełdabû û xoyan amade kirdibû ke sibeynê katî şebeyxun biden beser leşkirî bedirxanîda. yekêk le pyawmaquł û zebirbedestekanî bedirxan paşa ke nawî «ḧesen hewîr» buwe, şew be dizîyewe cilî ’eskerî turkî leber kirduwe û be naw leşkir û baregay ’usmanlyekanda tê’epeřêt. katêk ke muşîr ’usman le xewa ebê ḧesen hewîr eçête naw xêwetekeyewe û bebê dengî û leserxo cile surmeyyekanî paşa legeł hemû nîşan û medalyakanî heł’egrê û eypêçêtewe û xencere xorasanîyekey leser mêzekey da’enê û nameyek bo muşîr ’usman enûsêt ke birîtî buwe lem çend dêřey xwarewe: [min ḧesen hewîrim, hatme serit bo kuştinit, bełam leber ewey ke le xewa bûy wazim le kuştinit hêna, çunke pyaw eger dujminî xoy le xewa bikujê zor namerde]. bem core ḧesen hewîr le xeyme û baregay muşîr ’usman eçête derewe û swarî espekey ebê û dêtewe lay bedirxan paşa, cile surmeyî û kelupel û medalyakanî muşîr ’usmanî pêşkeş kirduwe be bedirxan paşa. bo řojî dwayî leşkirî bedirxanîyekan eden beser leşkirî ’usmanlyekana û tarumaryan eken. le zemanî kona, ke kurdewarî biçûnaye bo şeř, her taqme core goranîyekî taybetî xoy ewt. le katî ew şeřeşda leşkirî bedirxanîyekan çend taqmêk bûn, her taqmey be nawî ser kirdeyekewe core goranî û sirûdêkî wituwe. pîremêrd be nawî ew taqmaney ke le leşkirî bedirxan paşada bûn em çend dêřey le şêwey sirûda wituwe, ke çend dêřêkî hî taqmî ḧesen hewîr buwe û ewanî tirî her çend dêřêkî hî taqmêkî tir buwe.
destey xełef:
min xełefim, newey kurd
katêk hatim destubird
ebînî leşkirim le naw bird
’usman paşa le tirsa mird
fermanî mîrî botane
***
destey mîrî şirnax:
cizîrî xoş cizîrê
lêy dê dengî nefîrê
zabit bestin be zincîrê
bigrîn şazyan be esîrê
fermanî mîrî botane
***
destey aẍay dîrguł:
ew şeř le milî xane
xan emrî daye kurdane
hêz berne ji ser topxane
be xwîn sûr bî em meydane
fermanî mîrî botane
***
dîrgułe xoş dîrgułe
bedirxan beg sûr gułe
le ’usman paşa bekułe
cêy ’usman paşa jêr giłe
fermanî mîrî botane
***
destey ḧesen hewîr:
bijî ḧesen hewîrê
pelamardan wek şîrê
’esker le çyan hełdêrê
urdu şika serewjêrê
fermanî mîrî botane