ay na’umêdî

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 4 Xulek  1469 Dîtin
pîremêrd zor car çend dêře hełbestî şa’îrêkî tirî legeł çend dêřêkî xoyda têhełkêş kirduwe, yaxud be nawî şa’îre esłyeke, yaxud be nawî yekêkî tirewe biławî kirdotewe, em kare herçend paşagerdanîye û pişêwîye le edebî gelda, bełam çar çîye, wa pîremêrd kirdiwêtî, şî’rî zorî bo hatuwe û çapxane û řojnamey leber desta buwe be arezûy xoy biławî kirdotewe. bo wêne: em hełbestey xwarewe ke le katî xoyda be nawî «welî dêwane» ewe biławî kirdotewe, em hełbeste le řastîda xoy şî’rêkî diłdarî welî dêwaneye be şêwey hewramî, pîremêrd gořîwêtye ser şêwey silêmanî û çend dêřêkî xoşî legeła têhełkêş kirduwe û hemûy be nawî welî dêwanewe biław kirdotewe. herweha le katî xoyda pîremêrd le şwênêkî tirî řojnamekeyda hełbestekey welî dêwaney bebê destikarî gořîwete ser şêwey silêmanî, le biławkirdinewey herdû hełbestekeda, dêře têhełkêşekanî pîremêrd û hełbeste esłyekey welî dêwaneman bo aşkira ebêt. hełbestekey welî dêwane be şêwey silêmanî bebê destikarî:
hey na’umêdî, hey na’umêdî
hey řenceřoyî, hey na’umêdî
bedbextî wek min le kwê peyda bû
bo ḧałnezanî şêt û şeyda bû
seḧra û deşt û der geřam seraser
le tûnawtûnî tûsîş çûme ser
herdey duceylî mecnun gişt geřam
wêney perwaney řehendî sewdam
hewar gişt xałî, çoł û wêrane
bayequşim dî le ser hêlane
ne dengî dyar, ne seday yar bû
«lîs fî aldyarErebî» ẍeyre dyar bû
witim: bayequş, hawderdî derdim
řefîq û hawřaz nałey newerdim
min perwaney wêł, şemî şewanim
cênşînî qeys, şay kem famanim
key koçî kirduwe şay şem cebînim
şewqî zîndegî řûy serzemînim
bayequş witî: şêtî negbetim!
bo direng hatî firya nekewtim?
leyla koçî kird řûy kirde leylax!
bo to ḧesret û bo min ax û dax
be çarey neḧsî xom geřamewe
xom da be erza boy tilamewe
dexîl hamseran, çîm lê qewmawe
bedbextî dinya her bo min mawe
em hełbestey xwareweş eweye ke pîremêrd destikarî kirduwe û çend dêřêkî xowî têhełkêş kirduwe û manakeşî gořîwe ke her hîç le esłî şî’rekey welî dêwane naçê û le diłdarîyewe ciłewî gořîwe bo nîştimanî:
hey na’umêdî, hey na’umêdî
hey řenceřoyî, hey na’umêdî
bedbextî wek min sa tuxwa kê dî?
derdî mecnûnim lê hatote dî
her le necdewe ta herdey duceyl
bo leyl egeřam derûn le ẍem keyl
hatme bêstûn lay qesrî şîrîn
bo ferhad giryam be diłey nimîn
hewar gişt xałî, çoł û wêrane
bayequşim dî le ser hêlane
çûme zimnako řaguzergay leyl
hîç kesim nedî, ne şîrîn, ne leyl
le derbendîxan heta kelîxan
ew nawe yekser şêwawe û wêran
şîw û herd û berd ta lûtkey berzan
piř le weyşûme be gełařêzan
nekeroz geřam wadî be wadî
şwênî hewargey êlî miradî
be cewrî felek yekser wêrane
bayequş tyaya girtûye lane
pirsîm: bayequş, dostî hawderdim
le cîhan bêzar, yarî çoł gerdim
boçî wa çołe em merz û bûme
le kwê peyda bû weyşûmey şûme
cwabî damewe be qułpî giryan
minîş wa cergim buwe be biryan
emsał beharman ke bê barane
gułałey sûrman cergî yarane
le hersê lawe şayye beřîze
xenebendanman xwênî azîze