metełî bedewre

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  1390 Dîtin
(1)
sê berde û berd nîye
bê řeqe û bo tewr nîye
gya xorîşe û ker nîye
hêlkekere û mir nîye
(2)
zîndû hat be fêł mirdûyekî naşt
berî darekey ademî lê naşt
zîndû bo xwardin hate ser mirdû
mirdû hełbezî, zîndû pêwe bû
(3)
xişte kunêke çil men barye
bo xoy bê gyane û gyandar swarye
gyandar bewewe twanay ẍarye
eger ew nebê derdî karye
(4)
bîrêkî cawîn, gurîsî darîn
dołçekey quřîn, ser û mil řengîn
ême lecêy aw agirî edeyn
ewîş dûkełman eda leber qîn
(5)
pyawêk mird gelêk mułk û małî bû
beşe mîratî kewtibuwe ber dû
yekêk mamî bû ewî tiryan xał
xał kuřî mam bû mamîş kuřî xał
em xał û mame ’eqił naygirê
bizanîn êrsyan çon lê beş ekirê?