tołe

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  716 Dîtin
şake miłozim, temeł û bêkar
esûřayewe le kołanî şar
ewłay ’ezîz’aẍa řojêk tûşî hat
witî: megeřê biçore ber sin’at
witî: aẍa min sin’et nazanim
eger kerim bê karwan etwanim
aẍa emrî kird kerêkyan daye
darkêşî ekird kewte sermaye
kurtanî tazey bo kerî kiřî
bare darêkî lê na û lêy xuřî
geyye dûkanî samaẍay delak
em samaẍaye pyawêk bû bê bak
be sertaşêtî le şay exuřî
destî ẍeşîm û naşî ebřî
delak bangî kird xawen baredar
bîfroşe be min meybere bazař
kereket herçî pêweye be çend
meramî wabû bîka be gobend
şake wayzanî tenha dar ekřê
neyzanî be fêł henawî ebřê
witî: barekem edem be qiřanê
witî: qibûłme, parekey hanê
ke barekey xist temay bû biřwa
milî kerî girt gêřayewe dwa
witî: min witim herçî pêweye
dyare kurtanîş be kereweye
kurtanî lê send şake be hera
řaykird bo şikat geyşte sera
sertapay girte quř û begryan
hawarî birde lay paşay beban
delakyan bang kird bo xizmet paşa
witî: em pyawe kewtote ḧaşa
ker çî pîweye hemûm kiřîwe
legeł kurtana nirxim biřîwe
bew řenge şake be bê beş derçû
ewîş kewte fêł beyanîyek zû
kerekey bird û çuwe lay delak
witî: pareyan dawmê be pîtak
xom û hawřêkem serman bitaşe
witî: herdûktan sê «şayîşayî core pareyekî kone» başe
sê şayî daye û xoy lê buwewe
kerekey hêna û kirdye jûrewe
witî: hawřêkem emeye yałła
bîtaşe, delak kirdî be hella
çûne lay paşa dîsan bo şikat
paşa emey bîst pêkenînî hat
emrî kird delak be sabûn û aw
sertapay gwêdrêj bitaşêt tewaw
delak kurtanî kerî lê kira
şakeş xełatî qursî pê dira