çîrokî guřnetełe

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  945 Dîtin
heşt no minałî lasar
hestan destyan daye dar
wityan: bo keşafe eçîn
wa çake le êstawe fêr bîn
her řoyştin cûte cûte
ta serkewtin le heřûte
lewê řojyan lê awa bû
guřnetełeyekyan tya bû
witî: tarîkîman be ser hat
mar û mêrû le kun derhat
werin biçne koře şîwê
xoman mat keyn le nedîwê
em pîlaneyan tewaw kird
tiruske agirêkyan çaw kird
wityan: em agire dêye
nan û pêxefîşî lêye
hestin xoman gurc keyn biçîn
bo emşew mîwanyan ebîn
her řoyştin û şax û kêw bû
têfkirîn dê nebû dêw bû
dełedêw le gwê agirdan
xerîk bû nanî ebirjan
daynan le gwê agirdanê
ser û nanî germî danê
witî: mindał gewre nebûn
fêrî geřanî wa nebûn
dêw witî: wa xwa nardî bom
emşew yekêkyan lê exom
minałî mandû hemû lêy xefit
tenha guřnetełe nexefit
dełedêw eypirsî be cext:
hey minał kê xefit kê nexefit?
guřnetełe pařayewe
etirsa byanxiwat dêwe
dêw pêy ewt: to bo nanûy
birsîte û lêman be byanûy?
guřnetełey ser peřexeřek
nenûyt etdeme ber kutek!
witî: bîłêm boçî nanûm?
daykim fêrî birêşkey kirdûm
dêwey lecêy xoy řapeřan
sacêk birêşkey pê birjan
xwardî witî: tirê xoşe
tirêy le ser nexoyt boşe
hesta û řoyşit tirêşî hêna
leber guřnetełey dana
witî: îtir byanût mawe?
herçît wîst hemûm hênawe
witî: hemû şit tewawe
her awî bêjnigiman mawe
to aw le bêjniga bêne
eger nenûm bimxinkêne
dełedêwî ’eqił natewaw
bêjnigî hełgirt çû bo aw
bêjing awî řane’egirt
le daxana şeqî ebird
dełedêwe berew mał hat
temaşay kird wa řoj hełat
seyrî kird wêraney betał
ne małî mawe ne minał
serî xoy da be berdêka
yekcarî demî pêkada
minałîş bo naw şar çûnewe
be dayk û bawik şad bûnewe