pend û amojgarî bo bazirgan

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  524 Dîtin
pyawêkî kurd çû bo besra
sibeynyan şîrî egêřa
yekaw yek awî tê ekird
qazancî zorî lê ekird
sermayey bû be sed lîre
hesta bêtewe bo êre
swarî papoř bû bo beẍda
şewêk le ber mangeşewda
xerîk bû pare bijmêrê
xwa xirap bo xirap enêrê
meymûnî qeptan peyda bû
ew kîsey lîrekey tya bû
fiřanî û be dara hełgeřa
kurde aramî lê biřa
řîşî řinîyewe be giryan
hawarî birde ber qeptan
qeptan herçend lêy tund ebû
meymûn berew jûrtir eçû
ta geyye tewqeserî dar
lîreyekî bo xiste xwar
yekêkî hawîşte naw aw
ta sed lîrekey kird tewaw
yekêk bo aw, yekêk bo kurd
a bem pêye beşî ekird
kurde şêt bû le tawana
hesta çû be gij qeptana
qeptan herwa waqî wiřma
lem heraye serî suř ma
be kurdey wit: tuxwa bedbext
em pareyet le kwê dest kewt?
witî: şîrfiroşîm ekird
be çend sałim girdewe kird
witî: têgeyştim çîye
sûçî meymûnî tya nîye
nîwey hî aw bû kewte aw
toş beşî xot wergirt tewaw
kasb xoşewîstî xwaye
ḧeram bo kesb agir û kaye