be ziman nîye, îxlas ḧisabe

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  453 Dîtin
berditaşêk ’eşqî xway kewte ser
xway xoş ewîst û le řa bê xeber
bo xwaperistî çuwe kêwî tûr
şaxekey taşî bo xoy kird be jûr
way ezanî xwa wek ême waye
derbestî nan û nwêj û kewaye
eyut: xway xom bînayî çawan
řojêk were lam bibe be mîwan
dest û pêt eşom be sabûn û aw
nałçey pêławit exeme ser çaw
eçim le lay şwan şîrit bo dênim
’ud û bixûrit bo esûtênim
mandûy ser xewêk bişkêne le lam
êşkit egirim, metirse azam
epařayewe û herwa eynałan
be soz û giryan cergî esûtan
ta řojêk mûsa çuwe kêwî tûr
gwêy le dengî bû eynałan le dûr
çû pêy wit: kabra boç to nazanî
xwa beşer nîye bêt be mîwanî
carêk min witim: xotim nîşan de
fermûy: nambînî xot ezyet mede
sengiteraş girya be diłişkawî
xwa fermûy: mûsa to natewawî!
xoşewîstî min boç eřencênî?
ew diłey minî tyam eyşkênî?
ewî be ziban zikirî min eka
hîçe em bo min wa kêw kun eka