’eşqî pak

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 3 Xulek  570 Dîtin
derwêşêk meylî dinyay nema bû
be yadî xwawe řû le seḧra bû
řojêk bo cum’e hatbuwe naw şar
kiçêkî cwanî dî le řaguzar
nîgahêk hat wek tîr day le cergî
geyandye katî akamî mergî
lał û pał lêy kewt, bê hoş, bê ziban
bezeyyan pyahat xełkî boy giryan
tumez ew kiçe kiçî wezîr bû
cwan û dilêr û aqił û jîr bû
em efsaneye kewte şarewe
bawkî be daykî wit bîşarewe
jin witî: eme efsaney ’eşqe
şoretî şêtî mecnûn sermeşqe
ya ebê derwêş le naw derbirê
ew sateş xwênî naḧeq etgirê
çar her emeye ke derwêş bênî
be heře û guře way bitirsênî
ke řû bikatewe seḧrakey caran
carêkî tir xoy nexate meydan
ya barêkî way lênê hełnestê
ke barî qurs bê îtir ewestê
wezîr derwêşî bang kird be xełwet
pêy wit: jinhênan nakirê be hîmmet
sed gewherî way daney şewçiraẍ
bidrewşêtewe be şew le naw baẍ
legeł sed gurzî daney mirwarî
her daneyekî behay xerwarî
emane bêne kiçit edemê
gîrodet nakem satêk û demê
derwêş ke emey bîst le xoşîya
keşkołî hełgirt řûy kirde derya
be coş û xiroş, yahû ya min hû
melîkey deryay hênaye ber řû
witî: bew xwayey ’eşqî xiste ser
êste deryatan lê ekem be beř
em keşkołetan lê exeme kar
derya wişk ekem nemênê dyar
bang ke, be komeł gewher derbênin
le gwê em beḧre hełîřjênin
melîkey derya, cařî da cařê
gewher derhênin her yekey barê
îtir be carêk gewher debarî
boy bû be xerman daney mirwarî
derwêş hatewe çuwe lay wezîr
witî: ey merdî be hoş û tedbîr
eger to ewsa bitkuştimaye
ebû toş be zułim kest nemaye
êsta xwa wîstî le perdey penhan
siřřî ’eşqî pak bixate meydan
emirim řewa bû beser deryada
îtir le ’eşqî mecazîm lada
kiç û gewher û mirwarî bo to
řû bikemewe xwa, nebim řenceřo
çunke emane namênê bo kes
her meylî xwaye baqî û firyadřes
qudretî xwaye, hîmmetî merdan
day be mêrûle ḧukmî silêman
«emane pendî pêşûnyane
ke be zimanî mel witûyane»
«hersê pendeke zor behadarin
lecêy xoyana gelêk bekarin»
xo eger bêt û xoşewîstî xwa
dest kewê ’aşiq têrî pê exwa
mestî meylî xwa zewqêkî tyaye
nagate payey ew em dinyaye