sebirit bênê be îznî xwa nabřêtewe

hîwa
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 1 Xulek  282 Dîtin
sebirit bênê be îznî xwa nabřêtewe
’umirit le gułşenî xezra ejêtewe
nawit le qeydî taze enûrêtewe
luqman derdit bem zwane dêtewe
eḧmed nemameket le bêxewe ser der eyênêtewe
estêreşt xerîke ewa şu’leder bibê
bulbul ke bîçuwe ’aşiq be guł bibê
zerdeye peya bû huma sayeder bibê
nek qetreye muḧîtî ke bîrit nesîb bibê
wa dêtewe beharî jyanit ejêtewe
lam waye řaste ke yarit le dest neçû
kujra řeqîb û we’dey beser keçû
mijdem berê ke namrê ’umirit tewaw nebû
şukirî xuda bike ke sîdarî yarî dû
destegułê le baẍî îrem dêtewe
dewrey felek nizîke wergeřê beřût
sed yarî bê wefay weha bê ledût
dermanî derdit eka ḧeq «laymutErebî»
xwênî sîne xełate be zîddî ’edût
eḧmedNasnava edebî be îznî eḧmede yekcarî geş ebêtewe