leẍawî şeytan

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  601 Dîtin
mam çewenderî zêřînokî
pîrêk bû daym ekokî
şêfî ebřî le wêłeder
berdêkî gewrey hate ber
nûkî gasnekey tê gîran
berdekey lecêy xoy cûłan
kunêkî zilî lê derkewt
tarîk û qûł bû wek eşkewt
be pêpîlke çuwe xwarê
her řoyşit ta geyye ẍarê
ḧewt kûpey ełmas û gewher
kełeşêrî altûn leser
serî kûpekanî lada
ełmas şewqî wek çira da
serî kûpekey qaym kird
destî bo ełmasêk nebird
êware hate małewe
be xepley herzinî tałewe
milî řakêşa wek gacût
cile gay řaxist û lêy nûst
sibeynê řojî lê buwewe
wek řojan bo cût çuwewe
carcar serî xezney eda
ta sałêk destî lê neda
behar hat werdî dayewe
mandû bû pałî dayewe
řwanî gurgêk be çemewe
wa hat şitêk be demewe
lêy řapeřî be piłarê
şitey le dem xiste xwarê
ke dî minałêkî biçûke
çaw daqłîşaw bizbizoke
dayna û nextêk bûjayewe
emca ke çû be layewe
witî: be sûk têm meřwane
bawkim paşay cinokane
wa yet be hezar swarewe
carê minî lê bişarewe
ke witî: mijdey çît ewê?
to mareyî daykimit bwê
řwanî, wa şay cinokan hat
bangî kird: kuřem çî lê hat?
tacî şahîm be serewe
bo to û kuřem biderewe
cûtyar witî: le tac geřê
mareyî daykîm biderê
bangî kird, herdû goyçkey girt
be serya xwênd le hoş xoy bird
mistekołey da le serî
liẍawî le dem derpeřî
hełî girt û geřayewe
mam çewendere mayewe
hate hoş xoy waqî wiř ma
witî: yaran çîm lê qewma!?
be şwên kilkî gada wêłim
em deşte bo kê dekêłim
min gencî bê řencim deskewt
boçî bîkem be paşekewt
hate naw şar be dizyewe
zeřengerêkî dozyewe
ełmasêkî pê nîşan da
cuwe şêt bû le tawanda
be pêncised lêrey sewda kird
daye û xanûyekî peyda kird