pêřewî şa’îrêkî bê naw

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  740 Dîtin
bała wek kendû bê gerd û nask
kelle wek dehoł mil wekû dask
tifeng leşan û be swarî lask
çend xoşe bazdu hełmet bo bask
ẍerqî ’ereq bê, le kelle task
bigrî be qetar, şad be be řořo
nenkit nemirduwe hełpeře emřo
gêlas û şifte, hey tûře û tiřo
nekey bê beş bî, heste zû biřo
be fîday bałat bim egrîce peřo
sutûwî nêrgele û giftugoy qumrî
çepłe be laqî 69y hîcrî
semawerî zerd xełûzî befrî
ferteney behar, suř suřey beḧrî
wirya be gyane nekey qet bimrî
gułałey hetaw sêberî çetrî
awêne û şane û kêlî ser qebrî
kil û kiltûr û destař û tewrî
sînî be menceł, sêpa be dewrî
çêştî herişte û xoriştî çewrî
semay mirîşk û qûqûy kełeşêr
be destî şikaw be dû çawî kwêr
bê ba binoşîn dû cam awî swêr
çûyne ser lûtkey şaxî şarbajêř
bo řawemasî bin berd û tawêr