gîpe

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  554 Dîtin
eḧmedeḧmedî ’ezîz aẍa, ba gîpet bo ew tîpe bê
gîpet xward bê min, gupit gîpe bê
xo min ew sate hatbûme lat
tefre bo min bû sifre bo camat
wityan kelleket hêşta deybařan
wirgitan birincî kałî exûsan
eger wek kelle mêşkit datekê
ebî be wezîr firîşkit etekê
wek kiław qazî bê dirûmanî
agirî bin dîzey zor bê amanî
řîxołe çewrey le xot aławî
pêçkey xot bestuwe lecêda mawî
her wek şîlawig hewênî şîrî
le nûktey wirda peykanî tîrî
destî ’îzetit da’im le ser bê
hermêy beheştit awdar û teř bê
kirdey to û birdey nadî «mezłum» bê
xirapet dyar bê, çaket bin gom bê
minîş keşkekim emřo xward bê to
berd hawîştine padaşî kiło
eḧmedî ’ezîz’aẍaş ke be nuktebêj û qisexoş û benesteq benawbange, bem sê dêřey xwarewe weramî pîremêrdî dawetewe, weramekey her leser namekey pîremêrd nûsîwe.
xałegyan yaxwa řûy «bizin» řeş bê
minî řûřeş kird her ewey beş bê
be xwa ewsatey to teşrîfit hat
min zor meşẍûł bûm be bîrma nehat
le cyatî gîpey awsawî nekuław
pêşkeşt ekem dû perde piław