gałte û gep

le çîrokêkî melay mezbûrewe wergîrawe
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  1279 Dîtin
pyawêk bû nawî mela sê pare bû
deste paçe û mangir û petyare bû
xełk witî ba danenîşê wa betał
hênayan kirdyan be mamostay minał
afretêkî bû ketey çil şû kere
demşiř û teřpîr û perde labere
çopîkêşî řeşbełek, berbûkî bûk
dił becêhêner be mekir û nûkenûk
çil qiřanî bû be mamanî û xełat
bo mela eyda be ker karwan bikat
parekey wergirt mela, řûy kirde şar
day be gwêdrêjêkî řextey xercî bar
hatewe hewsarî beste qołî xoy
sê kesî çuxtî bepîlan kewtine dûy
hat yekêkyan kewte linge û çend û ço
ta mela yekcarî ẍafił bê le xo
dûhemîn řeşmey leser ker kirdewe
xistye ser xoy lengerî bo girtewe
her be pê û danî kere hengawî na
ta ewî tir hat kerî birde pena
sêhemîn gwêdrêjekey dûr xistewe
ker bira hêşta mela eyřistewe
pyawekey bûbû be ker xoy řatekan
řeşmekey xoy girt û hewsarî pisan
kak mela ewsaye awřî dayewe
çawî kewt bew pyawe hełwêstayewe
bangî kird: min tom kiřî ker bûy keçî
êste wa dû pêt heye û le pyaw eçî
pêy wit: însanim, bełam zor tundixûm
şêt û nadan bûm begij daykima eçûm
řojêk lêm dabû, do’ay kird bûm be ker
çend le jêr barî girana birdime ser
êste çawî kewt be min řeḧmî bizût
wa do’ay kird bûm be pyaw lût û bizût
baweřî pê kird witî: laço biřo
qet be ’eqłî xot mebe îtir xeřo
xoyşî çû bo dê qisey gêřayewe
kewte dem xełkî ke dengî dayewe
xełk le layan xoş bû barbûy bo kira
pareyekî zortirî bo řêk xira
hatewe bazař ke ker bikřêtewe
têfkirî ’eynî kere boy dêtewe
çû be gwêya wit be sirpe û lomewe
ew guwey xwardûte min nayxomewe