be nawî «şî’rî nuxşey taze şa’îr»

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  517 Dîtin
şał û qaşaw bo yextey řeş
dîzey řeş leser agirî geş
gîpe û keşkek be řonî leş
desdar eyba û bê des bê beş
mandû nebît pûre wenewş
toş bendêk biłê tewawe
***
bûke xazêy goranîbêj
hemû serî mangêk bênwêj
hełdepeřêt wek darawêj
goştî mêy gêj, direwî lêj
leser girdî tûreke řêj
nazanîn çî lê qewmawe
***
demit jûre û lûtit kûre
milit gêzer, memkit tûre
çend dost egrî le berbûre
ew çawet ke wek kiltûre
boye wa xełkit lê dûre
zorkes lêt be bend û bawe
***
kurte bałay gwêlk çawe
dem û zułifit herdûk xawe
kes nema her minit mawe
řûyekman lê bike bem lawe
way le çî û way le doşawe
çira hełke çî tyamawe?
***
dinyam pêwa qujbin û sûç
řetandimit be piřupûç
çiřnûk, nuqurç bo maç û mûç
řetêkit bird kewtîte nûç
oxey toy kewtûy lingewqûç
cêgay şarawet dyare
***
le paş çendan bûy be yarim
wek tîm geyştûy be karim
yarokey xozge be parim
cwanît mijîm lêt bêzarim
simînim simorey darim
nemawe hêłim biřawe
***
birjang ker diř, zułifit wek das
le bîrte ser cogay qurtas
lêy řakşabûy bê awełkiras
etut: ax bo tiłê řêwas
mandût kirdim hey xwanenas
xozge be parit pê mawe
***
awî çeqan germ û guře
çî bikem lew xwên sard û siře
xoy kurte û dirêj dadře
zor begêçełe û dem şiře
emgezê wek meşkedře
jehrî kullem bo danawe